GüncelGündem

Murad Bîlgîç: Ev meşa parastina jiyanê ye

Paylaş:

Bêrîvan Kayi

Bi polîtîkayên şer li ser xwezaya bajarên kurdan bi salane ku talaneke mezin pêk tê. Li gelek bajarên wek Dêrsim, Colemêrg, Şirnex, Çewlîg û hwd ligel çêkirina baraj, HES, RESan niha jî dar tên birîn. Li gor agahiyên herî dawiyê tenê li Şirnexê li herêma Bestayê di nava 2 salan de 500 hezar ton dar ji aliyê cerdevanan ve hatin birîn.

Li dijî talana li herêma Besta û çiyayên Cudî, Gabarê di 17ê îlonê de, bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, DTK, TJA, HDP, DBPê dê meşek ber bi çiyayê Cûdî ve pêk were. Di meşa ku bi şîara ‘Em li dijî wêrankirina şer û talankirina xwezayê dimeşin’ de gelek sazî, dezgehên siyasî, tevgerên jinan û tevgerên ekolojiyê jî dê tevlê bibin. Der barê meşa ber bi çiyayê Cûdî em, ji Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê bi Murad Bîlgîç re axivîn.

Di van her du salên dawî de li gelek bajarên kurdan di bin navê ‘herêmên bi ewleh’ de dar tên birîn. Ev yek bandoreke çawa li hevsengiya ekolojik a li herêmê dike?

Her çiqas ku em van herdû salên dawî wek lûtkaya talankarina xwezaya Kurdistanê şîrove bikin jî ev gotin bi serê xwe têr nake. Ji ber ku dîroka vê pêvajoyê heye. Ji destpêka netewe-dewletiyê ango bi avakirina Komara Tirkiyê re mirov dikare bêje ku ev pêvajoya tunekirinê destpê dike. Gelên li ser vê axê dijiyan ya hatin asîmîlekirin, ya hatin qirkirin û rengên wan hatin tunekirin. Ligel vê yekê kurdan li ber xwe da û mînakên wek Agirî, Terteleya Dêrsimê, Komkujiya li Zîlanê, Serhildana Şêx Seîd, Koçgirî, Newala Qeseban û hwd derketin holê. Yanî bi van komkujî û ketlîaman xwestin kurdan ji xwe re têxin kolê û xwezaya Kurdistanê jî bikin amûreke desthilatdariyê ya ku ji xwe re tê de kar bikin. Di gelek wan raporên wê demê ku tên nivîsîn de ji hevdû re dibêjin ku ‘erdnîgariya Kurdistanê çiyayî ye, çiyayê wê asê ne, avên gurr û boş hene û gel bi vê xwezayê re di nav hevsengiyekê de ye. Heta ku ev gel xwedî vê xwezayê be em nikarin bi kurdan koletiyê bidin pejirandin.’ Tê pêşniyarkirin ku pêşî xwezaya Kurdistanê bê zevtkirin. Bi kinasî bi van polîtîkayan ji demê komara Tirkiyê ve wek amûreke şer êrîşî xwezaya Kurdistanê kirin. Her cara ku bi dest nexistin di van polîtîkayên xwe de tiştên cudatir lê zêdekirin. Di salên nodî de valakirina gundan û şewata wan û çêkirina van bendavên bê ser û ber, binxistina avê ya Heskîfê, çêkirina HES, RESan, çêkirina kalekol û karekol li ser çiyayên Kurdistanê tên çêkirin û şinahiya li derdoran wan tê jêkirin jî parçeyên heman polîtîkayan bûn.

Ji 2012an û vir ve – modela Srî Lankayê li hember kurdan têxistin meriyetê- ji bo erdnigariya Kurdistanê pêvajoyeke nû destpê kiriye. Bi vê modelê êdî di cihê êrîşa parçe parçe de yî, dest bi êrîşeke giştî kirin. Êdî ji zevtkirinê bûhurandiye, êrîşên ji bo tunekirinê xistine meriyetê. Dibêjin bila kurd ji vê xwezayê sud wernegirin hema qiyamet jî rabe bila rabe. Bi van nêrînan êrîş dikin. Yanî bêguman bandora vê talana xwezayê tenê ne li Kurdistanê li ser tevahiya herêmê, Tirkiyê û cîhanê dike. Jixwe pirsgirêka avhewayê ya heyî jî di encama heman kiryarên ku dar ji kokê tên birîn, baraj tên çêkirin de derdikeve holê. Dema em li îstatistîkan jî meyze dikin ku ji 2012’an û vir ve ji çêkirina bendavan, heta karakol, kalekol, şewatên daristanan her tişt qet bi qet zêdetir bûn. Lê di van herdû salen dawî de dîtîn ku bi şewatê daristan na qedin; êdî dar ji kokê birîn. Hem kesên ku vî sûcî dikin bi rantxweriyê tên xelatkirin hem jî daran ji kokê radike ku careke din şîn nedin. Desthilatdarî tunekirina xwezaya Kurdistanê bi vî awayî jixwe re girîng dibîne û dê berê hemû rantxwaran jî bide van cihên ku xwezayê talankiriye.

Niha bi taybetî dema mirov li Şirnex, Colemêrg, Dêrsim, Çewlîgê meyze dike, li cihên ku dar tên birîn xweza tê talankirin ne cihên ku şîrket, febrîqa ango em bêjin rentxwar werin jixwe re cihan ava bikin. Gelo armanca ji vê talankariyê mezin a li çiyayê kurdan çi ye?

Bêguman ne tenê ji bo rantê ye. Îro bi mantiqa golê zuha bikin de ku masî nikaribin bijîn, tevdigerin. Jixwe mantiqa kapîtalîst jî dibêje tu vê tiştê dike, jixwe tu yê bike, bihêle bila hevkarên herêmî, hevkarên navdewletî û şîrketên mezin jî tev lê bibin de ku rantekê jî bi dest bixin. Yanî tişta lê zêdebûyî rantxwarî ye lê politîkaya esasî tunekirin e û ev sed sala jî didome. Mantiqa rantxwariyê di cihê ku dewlet nekarîbû bikeviye û talan bike hevkarên xwe yên herêmî yên wek cerdevanan dişîne ji bo ji kokê biqelîne. Desthilatdariyê ji wan re digot gundan bişewitîne dişewitandin. Ji ber cerdevan jî şîrîkên desthilatdariyê ne, dewlet çi dixwaze karkeriya wê tiştê dikin.

Te di destpêkê de qala pêvajoyeke dirêj a talankirina xwezaya bajarên kurdan kir. Ji salên nodî, ji valakirina gundan û şewata daristanan heta pêvajoya îro ku planeke nû li dijî erdnigariya kurdan di meriyete de ye. Li hember vê tofana ku li ser vê axê tê kirin sekna xwezaparast û ekolojîstan hun çawa dibînin?

Heta îro jî mirov dikare bêje ku dengê pêwistî yê ku hewcebû li dijî vê talan û rantxwariya li Kurdistanê tê kirin, derneketiye. Sedema vê tiştê jî bêguman hinekî binhişiya heyî ye. Niha rêya ku deng derê çiye, divê raya giştî jê haydar be. Raya giştî wek ên sereke bi rêya çapemanî, medyaya dijîtal ji mijaran haydar dibe. Li Kurdistanê dema xweza tê talankirin, dar tên birîn çapemeniya giştî bê deng e, ker e, kor e. Li gor daneyên çend meh berê di 7 mehan de ji sedî 8 zêdetir daristanên Şirnexê hatin tunekirin. Heger bi rastî li ser vê mijarê bi dehan bername, nûçe, naverok û hwd bihatane çêkirin, der barê encamên birîna daran de bandorê wê yê li ser mêzîna ekoloji û avhewayê bihatana nîqaşkirin dê baldariyek derketa holê. Di vê pêvajoyê de medyaya di kontrola desthilatdariyê de tenê ne nûçeyek heta qirkirina ku li ser xwezayê dibe wek serkeftinbûna dewletê nîşan dan/didin. Dema bi vî hawayî qalê dikin haya raya giştî jê çênabe. Dema haydar bin dê tişteke bikin, em mijareke dine ku hewceye mirov li ser bisekine. Ê ku jixwe re dibêjin, demokrat, mirovperwer, mafên xwezayê, mafên ajalan, mafên mirovan diparêzin yên li Tirkiyê ew jî bi mejiyê nijadperestiyê hatine mezinkirin û li gor wê nêzîk dibin. Komên qaşo ekolojîparêst dibêjin rast e birîna daran ne tiştekî di cih de ye û ‘lê’yekî pê ve deynin û hincetên wê didin duhev. Jixwe pirsgirêka heyî ya herî mezin jî niha ev nêzîkatî û ev mejiyê nijadperest e. Yanî heta ku kesên ekolojist û demokrat û hwd dibêjin ev ji pirsgirêka ekolojiyê wêdetir, pirsgirêkeke cudatir heye û bi vî şeklî lê dinerin. Lê li cihekî ku jiyan di tehlûkeyê de ye em nikarin hincetan bidin pêş. Dibê em vê dorpêça li me hawirdora me bişkînin. Divê em wek gelê li herêmê xwe nîşan bidin ku em vê tiştê qebûl nekin. Gotineke me kurdan heye dibêje ‘ em pir in, lê ku em dest bidin hev em ê bifirin’. Yanî em yên ku li ser vê erdnigariyê ne û di nav vê dorpêçê de ne divê em çareseriyekê ji xwe re bibînin û bêdeng nemînin.

Xwezaperest û ekolojistên navneteweyî ji bo vê talan û tunekirina xwezayê tiştekî dibêjin?

Di vê pêvajoyê de gelek saziyên navneteweyî hatin haydarkirin de ku bertekên xwe li dijî vê zilmê bînin ziman. Lê mixabin gelek ji wan qene bersivek jî nedan. Wek ku ev talan nebûbe an me wan haydar nekiribe. Tenê ji van sazî û platformên navneteweyî Greenpeace ya ku li cîhanê bi çalakiyên xwe yên bi nav deng tê nasîn, bersiv da. Bersiva wan ji yên nedayî sosretir bû û gotin ku ev mijar ne qada me ya pisporiyêye û em nikarin tiştekî bêjin. Bifikirin li cihekî xweza ji binî tê tunekirin û ev yek bi xwe re qeyrana avhewayê zêdetir dike, lê bersiva ku didin derîne holê ku tu eleqeya wan bi parastina ekolojiyê re tune ye. Em ji wan re dibêjin li herêmê di 7 mehan de ji sedî 8 dar hatine tunekirin, dibêjin ‘ne qada me ya pisporiyê ye’. Ew bixwe jî dizanin ku dema li cihekî dar ji kokê bên birîn ji cureyên ajalan heta hemû cureyên zindiyên heyî dikevin bin xetereyeke mezin û hevsengiya ekkolojiyê serobino dibe. Yanî Greenpeace jî û hemû saziyên ekolojiyê jî vê tiştê baş dizanin. Piştî vê bersiva Greenpeace min bixwe meraq kir û min hinekî lêkolîn li ser Greenpeace kir. Min go ka gelo bi rastî ev ne qada wan a pisporiyê ye? Lê min dît ku gelek deverên cîhanê ji birîna daran, ji şewatên re deng derxistin, bertek nîşan dane, di gelek cihan de jî di nava saetekî de refleks dane. Pêşengiya organizasyonan dikin, ji bo tefandinê, peywirdaran didin hemberî xwe. Ji bo Tirkiyê jî raporek li ser giringiya daran amade kirine, Pêşniyar kirine ku zagon ji bo daran bên derxistin. Her wiha li ser malpera wan butonek raste rast bi navê ‘şewata daristanan’ heye. Ji bo şewata daristanên li Tirkiyê jî raste rast rojane, rapor hatiye girtin. Ligel vê yekê jî buteneke lezginiyê amadekirin û de ku kesên wan dişopînin haydar dikin de ku tev li xebatên pêşîlêgirtina şewat û hwd bikin. Bi kinasî ev tê çi wateyê demekî pisporiya wan heye lê dema dibe mijar Kurdistan pisporiyan wan diqede. Bi mejiyên nijadperestiyê cudatiyê têxin nav dar û daristanan jî. Rûpoşa em ekolojistin dane ber rûyê xwe û bi wî awayî nêzî vê erdnigariyê dibin. Ev sazî an jî ekolojistên heyî naxwazin desthilatdariyan bidin hember xwe, biqasî sînorên ku desthilatdariyê ji wan re nîşan daye tevdigerin.

Bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya û gelek sazî û dezgehên din dê di 17ê îlonê de meşek ji Cizîrê ber bi Cûdî ve bê lidarxistin. Amadekariyên wê di çi astê de ne, daxwaziya tevlibûnê çawa ye?

Ev du salên em dizwazin bale bikşînin ser vê tofana ku li herêmê tê kirin. Lê bangawazî, xebat û liv û tevgera me têrê nekir ku em balê bikşînin ser vê mijarê heta îro. Hin hewldan derketin holê lê têra vê talana li ser xwezaya Kurdistanê, nedikir. Ji ber vê yekê jî me banga xwe ji her kesî re kir ku ev ne mijareke em taloqî sal û mehê din bikin. Bi vê niyetê me li Şirnexê dest bi çalakiyên xwe kir lê tenê bi me sînordar dima an jî komî diman. Ji bo vê yekê jî biryara tevlibûneke giştî û berfirehtir a ku ji partiyên siyasî heta saziyên jinan, komele, sendîqa, ode, baro û hemû saziyên ekolojiyê tev lê bibin. Me bang li hemûyan kir ku werin pêşiyê li vê qirkirinê bigrin. Her roj ji bajarên cuda ji Îzmîrê, Wan, Dêrsimê, Stenbolê daxuyanî tên ku dê tenê bi piştgiriyê na, dibêjin em xwediyê ve meşê ne. Her çiqas ku em wek Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê me banga vê meşê kiribe jî lê xebatên wê bike bimeşîne, ew in xwediyê meşê. Yekitiya Ekolojiyê (Ekolojî Bîrlîgî) dê bi hemû pêkhatiyên xwe yên li Tirkiye û Kurdistanê tev li meşê bibin. Koalisyona Edaletê ya Avhewayê (Îklîm Adalet Koalîsyonu) wan daxuyaniyek da û gotin em ê di 17 mehê de li Şirnexê tev li meşê bibin. Platforma Ekolojiyê ya Kazdagları (Kazdagları Ekolojî Platformu) jî diyar kirin ku dê tev li meşê bibin û banga tevlêbûnê kirin. Bêguman ev yek kêfxweşiyê jî dide me lê bi meşekî her tişt na qede. Di dorpêça li dora me ya heyî de bi vê yekitî û meşê re tenê em ê kunekî vekin. Dibe ku em rojek zûtir pêşî li vê qirkirina xwezayê bigrin. Li Şirnexê dar tên birîn û hevsengiya ekolojik tê serobinkirin. Em ji hemû sazî û dezgehan re dibêjin ku li dijî vê talana xwezayê dengê xwe bilind bikin.

Banga min ew e ku parastina jiyanê li gor nav û nêrîna jiyanê ji hev nayên qetîn. Em bang dikin ku nêrîna we ya jiyanê çi dibe bila bibe, navê saziya hun lê ne çi dibe bila bibe, hun ne girêdayî saziyekê bin jî ev meşa parastina jiyanê ye. Kerem bikin werin jiyanê biparêzin.

Paylaş:

Sağlık İçin Kızılötesi Karbon Isı Boyası
Canlıların, özellikle de insanların sağlıklı yaşayabilmek için kızılötesi ışınlara ihtiyaçları vardır. Ancak bir aylık bir sürede yoğun bir şekilde alınan güneş ışınlarının depolanması mümkün değildir. On iki ay boyunca alınacak terapi kalitesindeki kızılötesi ışınlar ise sayısız fayda sağlar.

  • Hücre sisteminin yenilenme gücünü artırır,
  • Kan dolaşımını hızlandırır,
  • Kronik yorgunluğu azaltır,
  • Bağışıklık sistemini güçlendirir,
  • Astım, alerjik rinit gibi solunum yolu rahatsızlıkları olan hastalar için en sağlıklı ısıtma sistemidir,
  • Kas ağrıları, sırt ağrıları ve eklem rahatsızlıklarını azaltır,
  • Bazı kanser türlerinin gelişimini engelleme özelliğine sahiptir,
  • Şeker hastalıklarının yan etkilerini azaltır,
  • Fizyoterapi tıp merkezlerinde doğrudan kullanılır.

Tıbbi araştırmalar, uzun dalga boyundaki ışınların terapi etkisi yaptığını, hiçbir zararlı yan etkisinin olmadığını ve insan vücudu için en uygun sıcaklığı sağladığını göstermiştir. Uzun dalga boyunda, terapi kalitesindeki kızılötesi ışınlar ile ısıtma sistemi olarak geliştirilmiş olan SRN  Kızılötesi Isı Boyası, güneşin altında ısınma hissini on iki ay sağlamaktadır. SRN Kızılötesi Isı Boyası, uygulandığı ortamı sadece ısıtmakla kalmaz; aynı zamanda bir fizyoterapi merkezine çevirerek, içinde yaşayanların sağlığına katkıda bulunur.
Uzun dalga kızılötesi, radyan ısıdır; yüzünüzde güneşin veya odun ateşinin sıcaklığını hissetmekle aynı histir. Hatta kendi vücudumuzun da yaydığı ısı türüdür. İnsanlığın bildiği en temel ısınma şeklidir. Önce objeleri ısıttığı, ısınan objelerin de ısı yayarak çevreyi sıcak tuttuğu için binlerce yıldır tercih edilmiştir.
Bugün, yüksek enerji verimliliğine sahip SRN Kızılötesi Isıtma Teknolojisi, estetik ve konforlu bir şekilde radyan ısıyı çevre dostu olarak kolayca tekrar kullanabilmemizi sağlamaktadır.
Geçtiğimiz yüzyılda insanoğlunun konforlu olması sebebiyle tercih ettiği konvansiyonel ısıtma sistemlerinin (petek, klima vb.); yakın gelecekte yerini tekrardan kızılötesi ısıtma sistemlerine bırakması kaçınılmazdır.
SRN KIZILÖTESİ KARBON ISI BOYASI HAKKINDA BAZI BİLGİLER

  • SRN Kızılötesi Isı Boyası havayı kurutmaz ve havayı değil sizi ısıtır.
  • 24 V Elektrik ile çalışan Kızılötesi Isı Boyası sistemi yenilenebilir enerji kaynaklarıyla kombine çalışabilir. (Güneş ve Rüzgar enerjisi)
  • SRN Kızılötesi Isı Boyası Üstüne duvar kağıdı,sıva ve boya gibi ürünler ile uygulanabilir özelliklere sahip bir üründür.
  • SRN Kızılötesi Isı Boyası’nın boyandığı ortamda nem ve küf olmaz.
  • SRN Kızılötesi Isı Boyası mekanik tesisat ve bakım gerektirmeye bir üründür.
  • SRN Kızılötesi Isı Boyası anında ısınma ve homojen ısı dağılımı sağlar.
  • SRN Kızılötesi Isı Boyası sağlıklıdır, nefes hastaları (bronşit vb) için en uygun ısıtma teknolojisidir.
  • Su bazlı karbon kaplamalar ek veya ana ısıtma da mükemmel olarak kullanılabilir.
  • Pars alüminyum tozu,pars bakır tozu,Pars Çinko Tozu,Pars Grafit Tozu,Pars Kurşun Tozu,Pars demir tozu,pars kurşun oksit,pars kurşun oksit sülyen,pars kurşun oksit mürdesenk,pars fire assay flux,pars nitrik asit,pars hidroklorik asit,pars sülfürik asit,pars hidrazin hidrat,pars kaolin,pars sepiyolit,sunsep,sundiyo,sunmag,pars zeolit,pars 67 mangan dioksit,pars85 mangan dioksit,hadjin yılan kovucu,parsvet yara tozu,pars lime sülfür,nanotozlar,yemkat.com,sunshield kaolin,sunshield sıvı kaolin,pars silisyum karbür,silisyum karbür,dmr74 mangan dioksit,pars magnezyum sülfat,pars magnezyum sülfat anhidrat,pars magnezyum sülfat monohidrat,pars magnezyum oksit,pars bakır sülfat,pars demir sülfat monohidrat,pars kalay sökücü,pars nikel sökücü,süren vollastonit tozu,pars volfram  tozu,pars molibden tozu,pars antimon oksit,pars potasyum hidroksit,pars potasyum silikat,kimyadeposu.com,claypacks.com,demsil silikajel,demsil kil paketi,demsil nem alıcı,nemal nem alıcı,pars sodyum metabisülfit,pars sodyum bisülfat,pars magnezyum nitrat,pars sodyum persülfat,pars kalsiyum sülfat,pars kalsiyum sülfat dihitrat,pars hayvan altlığı,pars sodyum lignosülfonat,pars maden tozları,pars metal tozları,pars yem katkıları,pars nanotozlar,pars çinko oksit,sunshield sıvı kaolen,süren titanyum tozu,pars bakır oksit,demsil silikajel,süren otocam çizik giderici,pars seryum oksit,süren ferro vanadyum tozu,pars spekülarit,süren bit-pire kovucu,süren bakır tozu,süren teknoloji,bakır tozu,
  • DMRSÜREN KİMYA LTD.ŞTİ
  • 05523307100-05325466184
  • www.kimyadeposu.com,www.claypacks.com,www.nanotozlar.com,www.netyerim.net
  • www.potasyumsilikat.net,www.kursunoksit.com,www.parsman.com.tr,www.parsgrafit.com.tr
  • www.parox.com.tr,www.sepiyolit.net,

Bir yanıt yazın

Başa dön tuşu